ey dîcle lêł û wêłî sirişkî řewanî kêy
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
539 views
ey dîcle lêł û wêłî sirişkî řewanî kêy
wek tîrî dił şikafî le beḧrî kewanî kêy
mecnûnî zilfî xawî çi leylayekî le çol
bem lêwî wişkewe be hemû dem duwanî kêy
ger abřû tikawî fermû tikawî çi řûyekî
em bê qerarîye çîye řoḧî řewanî kêy
xałî nîye le nałe derûn û diłit demê
wek ney newayî şore meqamit qewanî kêy
ya pîrî ya le qehrî zeman pêç û tab edey
qamet xemî fîraqî nîhalî cwanî kêy
turkane tund xûyî be nermî ke ’aşiqî
řût wa le ême axo le êmey lewanî kêy
em xettî îstîqamete wekû girtûte bîgrî
ḧemdîPen name dezanî řehberî řoj û şewanî kêy