řeqîb bo bezmî xełwetman ke hatî

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  533 views
řeqîb bo bezmî xełwetman ke hatî
wekû dûmeł le cêy nask deratî
le şewqî řûmetî awa bû řûzerd
qemer ey şems îtir to bo hełatî
sebat kêwî le bin hênawe seylîş
be deryayêkî kirduwe bê sebatî
xizir bîde be ’alem şerbetî merg
deka emřo behay awî ḧeyatî
demit piř basî nar û marî weyle
biço wa’îz ke to hênde bezatî
demêke întîzarî tewq û pêwend
deka dêwaneket bikirê xełatî
ke wek mû bê sîrat gułzarî ḧusnî
delîle cennet û zilfe sîratî
be řeng û bo ḧeqîqet dar gułêkî
be şekker xende wek şaxî nebatî
berate ya şewî qedre ke canan
be ḧemdîPen name maçîda mûçe û beratî