ke lêwî xwênmî noşî şewî xet girtî dewrî ew

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  1990 views
ke lêwî xwênmî noşî, şewî xet girtî dewrî ew
be qurbanî xwênêkim ke wa řoyî be serya şew
le eşk û ahma coş û xiroşî ḧewlî te’sîre
dezanin řêyekî dûre le pêş. ełbet deken serřew
biła řoḧit muqeddes bê, em û ew kirdinit bes bê
heta axir henase ew binase, her binaze bew
şewê leyla be mecnûnî weha wadey temaşada:
debê řojê bibînî min ke to řê xeyte deştî xew
le nałînî minî îftade zahîd bo řiqî hesta?
ḧuzûrî ah ahî bû be ẍeybet ew deka ’ew’ew
xuda bîda edeb ḧirzu al’emanArabicêke ’etîyey řeb
çi bû cergî biřî ẍeyrî emey namey diřî xusrew!
witî: min bêm û meḧwîPen name wa bimênê, nakirê, nabê
hetaw û sêberîn ême, debê ya min bibim ya ew!