ke ewza’î cîhanim dî qena’et ’eynî serwet bû
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
522 views
wu
ke ewza’î cîhanim dî qena’et ’eynî serwet bû
gedayî řeḧmetî ḧeq padşahî ḧeqqî zeḧmet bû
bebê dêwaneyî terkî ’elayq nakirê ḧeqye
le teqsîmatî eḧwała diłim mayîl be cennet bû
netîcey karî dinya zeḧmete dûbareye yaran
ḧeyatêkî sefîlane û mematêkî be zîllet bû
le sayey nefsewe sîḧḧet le ebnayî beşer dûre
beřeḧmet bê pider nutfey dełêy me’cûnî ’îllet bû
le sefḧey defterî exlaqî ’alemda eger bûbê
wefa nemdîwe bîstûme buwe emma be qîllet bû
feqir toşey xułasey salîkî ’îrfane teḧqîqe
musîbet bergî ře’nayî qedî erbabî hîmmet bû
le řêy yek řengya her kes wekûḧemdîPen name ke sabît bû
be te’ney ehlî bê ẍîret nîhayet her be ’îbret bû