bebê cîlwey gułî řuxsarî şêwe yasemen meḧzûn

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  334 views
bebê cîlwey gułî řuxsarî şêwe yasemen meḧzûn
diłî nesrîn peşêwawe û lîbasî nestiren meḧzûn
xuda nebřê le sindûqçey hewada bonî ew zilfe
mîsk řûřeş nebê bełku nebê ahûy xuten meḧzûn
be yadî awî peykanî dûbarey destî řengînit
şehîd û lêwî zexim û meẍsel û řengî kifin meḧzûn
bebê serwî xeramanî qedit ẍembare lêwî co
bebê sewzey be řûdewrî demit seḧnî çemen meḧzûn
be kem meřwanere firmêskî meḧzûnanî hîcranit
furat û dîcleye çawim eken beḧrî ’eden meḧzûn
le laney xoy biřa dił bulbulane kewte dut ey guł
weten meḧzûne bo ew, ew denałê bo weten meḧzûn
le xakî bêstûnda lale wextê ser ke derdênê
kifin xwênîn û dił daẍe mîsalî kuhken meḧzûn
bebê xurşîdî řuxsarit lîbasî te’zîyey poşî
seraperdey felek wek gunbedî beytulḧezen meḧzûn
bedwî ew şoxeda lew anewe řoḧim çuwe ḧemdîPen name
be cêy xoyî geyşit emma min û ’uzwî beden meḧzûn