lêm geřên şînêkî řengîn ba bikem bo ḧałî xom
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
556 views
lêm geřên şînêkî řengîn ba bikem bo ḧałî xom
dîde dawênim be gułşen ka le xwênî ałî xom
herwekû zîbayî bergî xasî ber cananeye
key le ’uşşaqa buwe şeydayêkî emsalî xom
ger bibînî ẍunçe řenge her le daxa şeq berê
nuqteyî ałî demî meḧbûbî dîde kałî xom
nuqłî da canan be aẍyar û cinêwî da be min
her wekû şaxî nebatim dî cinêwî tałî xom
îştîyaqî min becêye ’erzî ken wextî wîsał
bem sikûte şerḧî bo dekirê zimanî lałî xom
malîkî ḧusne be xetit û mor û tuẍrayî xuda
aşna nebûn be zilfî yarî şîrîn xałî xom
xadîmî fîkirî qena’etkare îstîẍna ẍenî
da’îma muḧtace elḧeq aferim bo ḧałî xom
min le ewcî ulfeta ḧemdîPen name ewende berz fiřîm
ta be nûrî şemsî řûmet agirimda bałî xom