suraḧî wa’îzî řendane bê deng ta milî negirim
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
521 views
suraḧî wa’îzî řendane bê deng ta milî negirim
le we’za wek qedeḧ gwê çon le dengî qulqulî negirim
bebê îznî řeqîb naga be dawênê nîgarim dest
gułim dest nakewê ta wek ’esa çiqił û çiłî negirim
be qanûnî gułan yarim legeł xesma ’emel naka
le min řû werdegêřê guł ke qedrî bulbulî negirim
be nûrî me’rîfet tesxîrî talî’ wek perî negrî
be zułmatî du’a çî bikem eger perdey diłî negirim
birînî kohken dekulêtewe ger min qisey şîrîn
bikem ta herwekû lale kenarî gułgułî negirim
le bêşey ’alema her řêwîye hełsê dełêy şêre
le daẍî ḧesretim çî min ke řengî piłpiłî negirim
be min çî ḧemdîPen name dinya ger beharî gułşenî xełqe
lekin min her xezane dest be saqî sunbulî negirim