le dawî mîḧnet û derdî zemane êste azadim

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  412 views
le dawî mîḧnet û derdî zemane êste azadim
ke pabendî serî zilfî perîřûyanî beẍdadim
be badî dawe leyla zilfî xawî mîşkibar elbet
minîş mecnûn sîfet boye le wadî dîcle berbadim
be şorî bulbulaney min wekû guł pêkenî dilber
witî yařeb çi siřřêke be ’aczibûnî to şadim
le kêwî bêstûnî ’eşqîya řengêkî şîrînim
ke řêja ca witim xełqîne bimnasin ke ferhadim
be şagirdî negirtim destigahî çerxî dûn perwer
le babî ’alîy ’eşqa şukir êstake ustadim
le cewrit xot dezanî şekwe nakem ey sitemger şox
newek te’sîrî bê carê le dergahî xuda dadim
le lêşawî sirişkim dîcle pirdî taqetî piçřa
binaẍey cisrekey modîşî kirde ’eynî bunyadim