be kwêrî çawî dujmin pêt biłêm řutbe û meqamatim
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
662 views
be kwêrî çawî dujmin pêt biłêm řutbe û meqamatim
ẍułamî pîrim û feřřaşî eywanî xerabatim
nema keştî umêd û gułşenî şadî beřełła bû
ne erzim metłebe êsta ne muḧtacî semawatim
be sîret ger bibê ḧa’îl nîye bo dîdenî dilber
le ’eynî fîrqeta meşẍûlî ahengî mulaqatim
řezîle çunke dinya xeznedarîşî řezîlane
miḧellî fexre fuqirim bo şeref bote ’elamatim
be keywanî dezanî meslekî dêwane kêwane
be řûtim têdegey ger têbgey saḧêb muhîmmatim
nema ḧeqqî ḧeyatim ehlî ẍîret sa ecel zû be
legeł em ehleda nekirê qyamet ba ḧîsabatim
sebir sebrî nemawe taqetî çû taqetim ḧemdîPen name
teḧemmul ca debê bigirim heta řojî mukafatim