’aqił be pûçî zanî ke hênaye ber xeyał
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
424 views
’aqił be pûçî zanî ke hênaye ber xeyał
dinya birale ya xewe ya ser beser xeyał
canane ger le ewcî felekda bê meh mîsal
sehle degate xizmetî bê bał û peř xeyał
wehmim wehaye zu’fim eger hîmmetî bibê
şwênim kewê nebînê le cêy pêm eser xeyał
gum bû demî demê bû şukir xendeyêkî kird
lew beḧrî ḧusneda gewherî xiste der xeyał
ser řişteyêkî xiste milî nefis û řistî kird
wa ew segey le xaneyî min birde der xeyał
cennet ke hat û padşehî ’eqłî kirde der
merdane tacî sełtenetî kirde ser xeyał
lem destigahî me’nayeda ḧemdîPen name ya cînas
bibřîn be řengî elbîse bîkeyne ber xeyał