nabecayî kes nedî ḧetta le ḧeywanî esîl

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  437 views
nabecayî kes nedî ḧetta le ḧeywanî esîl
her be na’esłî bizanin załmî eḧmeq dexîl
seg be sa’îl her weřînêkî heye emma řeqîb
naweřê ta nemgirê mu’tadîye kelbî bexîl
min le xoşî ew deme neqsuddemim wa pêgeyî
quř beser lale ke daẍî çote dił emrê be sîl
min be zîkirî řûmetî ew şoxe řojim kirdewe
sofî řûy řeş bê le şewda neybuwe zîkirî cemîl
bew îşarey ebruwane wa letî kird cerg û dił
qet wehay naka be dû let xencer û şîrî miçîl
her lekin pîrî muẍane ’erz û ḧałî meykeşan
ew cewan merdane degirin ḧurmetî pîrî zelîl
em fîraqem bo buwete ba’îsî şadî řeqîb
agirî nemrûd debête gułşenî xasî xelîl
bo kenarî sewmî’em murşîd deba wa têdega
pîrî ’eşqim bo derî bitxane nabête delîl
gyaneławe bo em gilarawey ke kewte řoḧewe
sa were bîbe emîş her wek diłit birdim be dîl
bo çî ḧemdîPen name wa be sûkî seyrî ehlî dił deka
bo be gwêya neçwe mêşûle keçî kirdiwe be fîl