legeł îdrak û ’eqła fezłeye teḧsîlî neḧu û serf

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  1000 views
legeł îdrak û ’eqła fezłeye teḧsîlî neḧu û serf
ke bê destî meḧałe men’î ḧatem ka le exiz û serf
suraḧî qehqehe naka qedeḧ ger zû diłî piř bê
bełê bê zerfîye xende be însanê ke neybê zerf
çi bê me’naye çûne me’rekey însanî piř me’na
ke şî’rî řebtî pê naka le eflatûn qibûlî ḧerf
le safî asmanda mangî min me’mûle xoy derxa
zemînî şamî hîcran řeş deka řebbî bibarê berf
be yadî serwî nazî qametî cananeye ḧemdîPen name
le sefḧey ’alema westawe tenha mîslî ḧerfî elf