ẍeyrî esrarî cinûn nabê bika ’aşiq sema’
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
653 views
ẍeyrî esrarî cinûn nabê bika ’aşiq sema’
řûtîye ger dest bida bo ’aqłan emřo meta’
seyrî bîmaranî ulfet boye qet naka tebîb
noşdarû key deka azarî ulfet îndîfa’
wextî hîcret bo du’axwazît nekird fermûy witim
gyaneławe ew demey bikirê legeł cana wîda’
bo serî lêda teme’ zilifit ke destî kirde mil
xan û manî çende têkda małî wêranim tema’
elbete ’aşiq desûtê bo nîgarî bê cefa
kes wekû perwane wesłî tê nekewtuwe bê nîza’
ta řeqîbî bê miruwet ḧemdîPen name yarî dilbere
sûdî to yekser zyane qîsmetit derd û suda’