bêne mey saqî dexîle mey deda quwet be řûḧ
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
546 views
bêne mey saqî dexîle mey deda quwet be řûḧ
min dekem keşfî dû dinya her beyek çawî sebûḧ
şêxî min tobey hezarî wek minî dada be min
tobeyêkî kird ke bête ḧaşyey tobey nesûḧ
pîr eger meylî bibê muşkîl guşaye nûrî mey
meyke şane ger le ’alemda bibê saḧêb futûḧ
agirî zerdeşt be ahî ’aşiqî dekirêtewe
her le çawî ’aşiqêkîş dêteder tofanî nûḧ
tîrî mujganî neřêjê ta be surmey nazî yar
dił ’îlacî nakirê bo řiştinî çawî curûḧ
bezmî meyxanem le tehlîley řya pê xoştire
ḧemdîPen name ger peymanegêřî nazenînî bê semûḧ