ehlî dinya nîn ewî pyawin le kin ehlî sełaḧ
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
579 views
ehlî dinya nîn ewî pyawin le kin ehlî sełaḧ
ger dełên pyawîn le dinya bo deken xoyan nîkaḧ
neş’ebazanî miḧebbet wek melek ko bûnewe
kwa lebî meygun û dîdey saẍîr û gerdin suraḧ
şerbetî řesmî guşadî demte xwênawim desa
tuxuda fermanî qetiłim ke be nutqî îftîtaḧ
firsete emřo be dił xakî beser dakem siruşt
tuxmî ẍem biřwênî bełku bo sibeynê wek felaḧ
bo le pêstim derdekey wa’îz be we’zî hîç û pûç
bextî min kirdî cenabîşt be cerdey bê sîlaḧ
min leber to her wekû şewnim hełestim derkewî
bo deřoy wek xor beserma bê selam û bê sebaḧ
meskenî dêwaneganî çawî leylayane beř
sûçî firmêske le deryay ḧesreta bûme melaḧ
ḧemdîPen name şerḧî ḧałî xoy bo çî be be nezim û nesir deka
’eşq eger meylî bibê deyka be ḧerfê înşiraḧ