hîç kesê nawî şikencey perçemî dilber nebat

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  656 views
hîç kesê nawî şikencey perçemî dilber nebat
ba ḧeyay mecmer neçêt û abřûy ’enber nebat
xencerî ebro debû nedrayete dest çawî mest
kewte xwên řiştin xuda řeḧmê bikat û ser nebat
lem xerabate çi merdê ẍeyrî řendî badekeş
bû le meydana ke siřřî der biba ser der nebat
damenî hełkirduwe bew ber dere řazî nîye
em řeqîbe zor nefame hełmetî pişder nebat
bigre zû xwênî řegî sewdayî ’aşiq ey muje
ba beşêtî siřřî ulfet berdemî neşter nebat
bergî taqey şînî surmey kirde ber řenge felek
řû bipoşê ḧurmetî xoyî û meh û exter nebat
ḧukmidarî kîşwerî sebre gedayî koyî yar
pêy biłên ḧesret be cahî şahî ḧefit kîşwer nebat
’aşiqî hîmmet biłinde wextî kuştin ew kese
damenî celladî negrê û destî ber xencer nebat