înqîlabî dehre ne’na bû be pinge û guł gya
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
610 views
înqîlabî dehre ne’na bû be pinge û guł gya
post nişînî ewlyaye post kend û eşqya
sebḧeyî sed dane fîşekdane sîwake tifeng
fikirî diz zîkire û teqey qatîl sedayî etqya
qatîl û řehzen be te’lîmatewe şew dêne der
wek biçin bo cum’e ḧacî û sofîy û şêx cya cya
małî dinya kawil û awa qyamet boye bû
xergele kewtûne de’way têgeyînî ezkya
wa kira î’lanî ḧuřřîyet be nawî şer’ewe
herçî nekirabû kira herçî ke neşya bû şya
mu’cîzê bû agirî zerdeşt eger peyda nebê
ger bisûtêm min dexwênim fatîḧe bo enbya
bo le birsa mirdine ḧazir bûn ehlî şeref
çunke nî’met êstekê dedrê be mîqdarî řya
wexte ehlî dozex û cennet le yek cya bibnewe
wek zebanî waye her kes lêre bem ḧałe jya
xo le dinyada ewa ḧemdîPen name cezay her fîtneye
musteḧeqqe dił le zîndana ke ḧepse bê zya