ke wek řoj ew hełat estêre asa bûm le xo awa
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
750 views
ke wek řoj ew hełat estêre asa bûm le xo awa
witî em cîlweye çî bû ewe derdit bixo awa
tifeng û tîrî diłdozim xiroş û dûkełî ahe
ke ême kuncî weḧdetmane meydanî şeř û dawa
be qanûnî ḧeya elbet mucazatî qełem dedrê
zimanî bo biřîn çake ewî kirdî ke şit dawa
řîcalî êste wek mindałî sawa řiq le şit degirin
dełên ’esrî cedîde nakirê ême nebîn sawa
xudacoy ger lebî co û gerdinî mînayî mey bigre
ke perdey dînî şêx zułmî tyaye řûnekey awa
ke dinya řûy le to kird şerte bo çî pişt le min key bo
be bûkî wa cîhan gerdîde ẍeřřa ḧeyfe bê zawa
le diłma tacdare ẍem dełêy eskendere ḧemdîPen name
debê ḧurmet bigîrê çûnke neyma melce’ û me’wa