minî layeq be řîswayî şukir dîwe le meftûna

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 1 minutes  777 views
minî layeq be řîswayî şukir dîwe le meftûna
wekû leyla be mecnûnî ke qabîl dî le mecnûna
ke ’eşqit kewte tenwîratî dił ’eqiłim leser derçû
bełê dûkeł be hełgîrsanî kûre wa le derçûna
ḧekîmane werin binwařne em xettî ebroye
bizanim key bû em ḧerfe le tomarî filatûna
temaşay cîlwe ken deyda be ḧusnî xwênî şîrînî
dełêy řoḧî kelamî ehlî ḧałe wa le mezmûna
le ḧesret řûmetit ewcî diłim her daẍî piř şewqe
her ew daẍaneye baqił ke nawîşye be gerdûna
syeh bextî mine zilfî be carê řûmetî poşî
ke řojim wa be řeş beřeş gîra qyamet wa leber bûna
le sed ’alî teb’ida kamyabêkim nedîwe qet
wekû nemdî ke tenha nabekamêkîş lesed dûna
le bezmî ’alemim çî xom heme ḧemdîPen name diłî birjaw
legeł dû saẍîrî dîdey piř eşkî xwênî meygûna