bipêçe damenî mutrîb biłê min kirdim ew neyka
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
811 views
bipêçe damenî mutrîb biłê min kirdim ew neyka
dexîle firsete saqî ’îlacî burbut û ney ka
ewî ’eqłî heye her derk û hoşêkî leserdaye
fîday çawî nîgar û beçe û peymaneyî mey ka
beşî şêx û mela naken beheşt û kafeyî dinya
le meyxane cehennemda meger em xełqe oxey ka
mezaqî kuhken baweř meke şîrîn bibê şîrîn
eger xwênî diłî şeyda le kasey kelleyî key ka
witûye dêm û emca deykeme qurbanî yek ẍemze
xudaya sa be xêrî bênî em řeḧme debê key ka
le babî feqrewe bişgate ser gencîneyî qařûn
feqîrî ew feqîre fêr nîye wek ḧatemî tey ka
temaşakirdinêkî mezcî teb’î ḧemdîPen name kird mestê
nîgahî mest debê te’sîrî e’maqî řeg û pey ka