qet daẍî dił be zahîdî ẍafił neda xuda
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
779 views
qet daẍî dił be zahîdî ẍafił neda xuda
çawî diłe be ehlî diłî bo xuda neda
min sa’îlane biçme ber ew qapye û ewîş
hey hey çi xoşe bêt û bifermuwê xuda bida
men’im meken le ’eşq û werin pel pelim biken
ca seyrî ’eşqî pel pelî min ken cuda cuda
řoḧim nîye le paş wefatim hemû seḧer
ger bangî bê nyazî be gwêy dilberanîda
nazim be berqî ẍemze mîsalî birûskeye
afaqî dił dekate çiraxan bebê seda
dinya be destî zorewe her wek ’esayeke
pařanewe û xwa xwaye hemû esleḧey geda
wextê ekem nwêjî sibeynê ke řojî řût
hełbê qezayeke ke řewacî eda eda
min namewê řeqîb û ebûcehlî le’netî
naçête diłmewe felekîş ger bika nîda nîda
gerdiş deka le ’alemî damen xwênî dił
řengî deřêjî ḧemdîPen name bizane çî řû eda eda