be ẍeyrî daẍî dił neqdim heçî bû çû leber pêta
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
983 views
be ẍeyrî daẍî dił neqdim heçî bû çû leber pêta
serim mabû be ser gerdî ewîş kewtuwe leser řêta
le řesmî ’aşiqî zeḧmettire me’şûqeyî yaran
ke kes satê beser naba wekû leyla legeł şêta
detirsim řaḧetit lê têk biden eřwaḧî ’uşşaqit
ke şew bew şewqewe ẍafił le gerdiş nîn beser cêta
bibînê her kesê birjang û ebro û çawî mestî to
dełê xwênřêje em meste be îstîdlalî her sêta
çi mexlûq û çi xalîq xoşyan naye le bê cêyî
le dû dinyam dekey ey dił be hatûçûnî bê cêta
be mişt pêwaneyî deryaye basî ḧusnî tenya mût
ke nakem ger bixiwênim şahname sed keřet pêta
be serdî meylya nêzîke ḧemdîPen name germî ḧîddet bê
ke lerzêkî le dinyada nedîwe hîç kesê bê ta