min le ’alem çûme derçîme beser însanewe

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 2 minutes  534 views
min le ’alem çûme derçîme beser însanewe
êste însanim ke çûme meslekî ḧeywanewe
şêt û şeydayî nîgahî çawî mestî dilberim
pêkenînim dê be kuştin çîm beser giryanewe
kułmî hełgîrsa wekû agir be nûrî abî mey
dił wekû perwane çote meclîsî sûtanewe
kes nebû dawênî saqî babda řeḧmî bibê
xwênî min bo çî dekate kaseyî xubanewe
tacdarî xusrewanim çunke xakî koyî tom
xakî koy to gewherî tace beser sułtanewe
arezûy wesiłim le hîcrana eger ḧasił debû
ca debû bimirim be daxî yek nefis hîcranewe
ḧaşyey perçem ’eyanî kirduwe siřřî cemal
her wekû tefsîrî beyzawî beser qur’anewe
xwênî min kewtote ser lêwit ḧeqe bîxomewe
bîde wek saqî ke eyda mey bedem mestanewe
min fîrarî dewłetim emma esîrî zilfî yar
şad û meḧzûnim ke meşhûrim be dû ’înwanewe
dernekewtî boye bem cejne be řojû mamewe
cejnî min cejnaneyî to bê be mał û canewe
tu xuda řeḧimit bibê besye îtir binwêne řû
întîzarî mange ḧemdîPen name çunke bem serbanewe