le dinyada ewî baqî bimînê nîk û bed name
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
2 minutes
529 views
le dinyada ewî baqî bimînê nîk û bed name
ḧesed elbet bebê nawan deba her kes ke bedname
temaşay ’aqîbet ke bo bed û nîkî ’emel zahîd
şewî bezmim netîcey subḧe řojî řojût şame
ke nazanî îmamet ey îmamî sewmî’e fermû
silûkî qametî mîna ke sucdey bo lebî came
meqamî xo nenasîne temaşay cêy puder kirdin
beqed sermaye ger sewda neka tacir bed encame
gile nabê bikey şêxim ke řûm kirdote pîrî mey
ke nûrî mey xisûsî bo nîye wek xor leser ’ame
le fikirî întîqama nabî nebuwe ew kesî merde
legeł qudret eger bûy wadyare biłḧ û kem fame
be mar nedrawe pê hîşta ke dehrî kirde zehrî mar
xuda neyka kebîda ca îtir ’alem zehir kame
zemanim min be eḧwałî ’edem zanîbû ta îsta
wicûde ger eme tobe xudaya ey ’edem kame
teweḧḧuş qet meken ehlî muḧîbbet qatîle seyyad
eger sîmurẍî beř bê kuşteye ya wek kewî řame
elifba xwênî bû mecnûn le mektebxaneyî ’eşqa
be řesmî suxteyî ulfet kebabî puxte her xame
le bała û zilfî yara la îlahim xwêndewe ḧemdîPen name
benawî xwa xuda bo seyrî kirdiwe em elf lame