şêwawe perêşane diłim ḧeqye ke tenge
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
723 views
şêwawe, perêşane diłim ḧeqye ke tenge
meḧrûme le dîdarî kesê şox û qeşenge
xarîc le xeyałî beşere basî zerîfî
nerim û sipî û nask û mehpeyker û şenge
’aşiq kuj û bê řeḧim û be aşûb û be qîne
bê wasîte peyweste legeł ême be cenge
geh saḧîr û geh zahîd û huşyare gehê mest
ḧaşa ne yehûde ne misułmane ferenge
em barî mine bîxene ser şanî felek ca
ew wexte dezanî ke diłim bo çî keşenge
şeydaye wekû min le fîraqî weten û yar
ger fîl û eger dêw û eger şêr û nehenge
te’sîrî nebû dadî min û şekweyî yarim
em le’lî bedexşane dełêy pareyî senge
lew sawe ke bûme hedefî dîdeyî mestit
wek terkeşe cildim binî mû nûkî xedenge
em eşke be sûrî ke nîgarî řuxî zerde
ḧemdîPen name eserî hîcretî diłdare be řenge