celalî serkeşanî baẍî ’alem cumle berbade
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
1 minutes
451 views
celalî serkeşanî baẍî ’alem cumle berbade
mełên serwî sehî qamet le terfî gułşen azade
mîsalî ẍunçe û guł pak tînet şahîdim zore
ewî emřoke diłtenge sibeynê xuřřem û şade
be têşey te’ne ’aşiq berbibête bêstûnî çerx
mełên şîrîn nîye namerd teqazay ’eşqî ferhade
le beḧrî negbetîşda her be qedre wek guher ’arîf
be nadan nabřê beḧrî celalêkî xuda dade
le basî perçema her wek zimanî şaneye xamem
le wesfî qameta teb’im mîsalî qeddî şimşade
be mergî załmî mumsîk řewaye şîn û waweyla
legeł barî girana řehřewî bê twêşe û zade
řijaye dił le şewqî řûmetit nûrê ke çawim bûy
be řoje karî ’alem małî wêran małî abade
mełê mensûbî kurdî û salimim ḧemdîPen name le bê fezłî
ke ecdadî fezîletmend gelê meḧcûbî ewlade