bo kewte em semaye neřûxê xuda felek

pênc xiştekî leser şî’rî meḧwî
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 2 minutes  1502 views
bo kewte em semaye neřûxê xuda felek
kewtûne em xelaye debûrênewe melek
řenge şikabê piştî zemîn gerdinî semek
«ew serwî naze tewsenî hênaye taz û tek
hesta qyamet û felek estûnîye gerek»
řebbî çi zemzemeyî zengî bezmî ’îşq
aramî řoḧe quwetî dił dengî bezmî ’îşq
bem new’e řêjrawe ezel řengî bezmî ’îşq
«ey dił binałe sazî bide çengî bezmî ’îşq
mey xwênî cerge nałeyî meḧzûnîye gerek»
ehlî huner ewende serî xiste serserî
dinya geřa le dewrî serî merdî serserî
dwênê qelenderî huner eykird sikenderî
«emřo le kin zemane huner bote qeşmerîy
şêrî jyanî boçîye meymûnîye gerek»
tê defkirim demêke le mexlûqî kon û nwêş
nek ber le dîcle takû degate xettî swêş
nemdî bedîde herçî dekey gwê teqe be cwêş
«fîtret biłind û paye biłindim nedî be gwêş
gerdûn ewende dûne ke her dûnîye gerek»
lem baregahe derke leser îştyaqî bûn
her hatûçoye řesmî ewaney ke hatûçûn
’adet nîye te’ennî meke ’eybe çend û çûn
«tînû be xwênî ’aşiqe ey dił bibe be xwên
ew lêwe mijde bê diłî piř xûnîye gerek»
’eşqe çi dexlî ew be geda û be şahewe
ya bem celale kewte diłî mîhir û mahewe
pêwîstîye be giryey nagah û gahewe
«qum her debê le xwênî cigerda be ahewe
ew mestî ẍefłete lebî meygunîye gerek»
zahîd bexîl û tê negeyştû bû dest û bird
her bîstî řoḧî řoyî le daxa ke kewt û mird
sûdî nebû ke ḧemdîPen name emey erzî ew ekird
«dilber ’eceb nîye diłî «meḧwî» be dił ke bird
eskenderî zemane filatûnîye gerek»