deryayî ḧusin û nazî mewc û ḧubabî hêna
pênc xiştekî leser şî’rî salim
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
2 minutes
1302 views
deryayî ḧusin û nazî mewc û ḧubabî hêna
ye’nî le zilf û perçem ’ûd û řûbabî hêna
wemzanî bo çiraxan melek şehabî hêna
«saqî le perde derhat camê şerabî hêna
dił xîre ma le ḧîret mah aftabî hêna»
mecmû’î salkî ’eşq karî be qebiz û beste
ḧîkmet be tałe hey’et ewhamî berz û peste
lem emreda eresto biřwane çî be deste
«tîmarî çakî sînem řacî’ be çawî meste
bextîş mwafqî ’eşq bo min xirapî hêna»
çi muşte’îl çi muzlîm ecramî erz û keywan
cumle mîsalî şewnim meḧûn be řojî řexşan
řû ger nedey becê bê nek her bemin be hemwan
«yek zeřře ’eksî pirtew derkewt û tûrî sûtan
awêne sext řû bû lew ’ekse tabî hêna»
em şor û sûre nekira ezel legeł elesta
qet nakirê qyamet řojî ḧeşir ke hesta
řoḧim le şadîya çû diłim le ẍem newesta
«yarim le der derûn hat destî řeqîb le desta
ẍemnak û şadmanim řeḧmet ’ezabî hêna»
wîstim ke tacî sernêm tacim leser fiřê da
ser berzîm arezû bû serim le piştî pê da
em cuz’î îxtyare cîlwey be bextî kê da
«bo tobe suyî mescîd hatim biçim le řêda
bo koyî mey firoşan qîsmet şîtabî hêna»
mirdim emende kirdim nwêjî řya û tehlîl
sûtam emende xwêndim esma’î ḧubbî te’cîl
řamim bewe perî ew fikirî nekirdiwe te’dîl
«řû her le min epoşê wa ḧałîye ke cibrîl
her xase bo min û ew ayey ḧîcabî hêna»
neydî be çawî nêrgis neybîst be gwêçkeyî guł
em bezim û nezme ’umrî nûḧîşî bo bê bulbul
yaqût û duřřî ḧemdîPen name hełřişit bebê te’emmul
«wey wey çi meclîsê bû dwênê le dîde û dił
diłber şerabî gêřa salimPen name kebabî hêna»