sałî carê her debê em şare bête mezbele

lafawî silêmanî
From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 2 minutes  817 views
sałî carê her debê em şare bête mezbele
ya be bomba ya be agir ya be baranî pełe
agirt tê berbê gerdûn wa ebê dewr û xulit
nayełî qet mezre’ey umêdî kurd bê dû pele
bo mezeřřet her tenezzultan ke fermû bo zemîn
’adetit waye ke kurdistan bikeyte merḧele
bo çî bûyte mesxerî erz û sema ey memleket
bo çî bûyte me’rezî afat û fîtne û welwele
xełqî wek tînûy berawin bo nimî baran keçî
bew nime barane êmet xiste em merge mele
ya be ḧałî ême girya gwêje firmêskî bexuř
hat û lêşawî silêmanîLocation ke xiste zelzele
hajeyî lafaw û girmey hewr û çexmaxey hewa
lerzî hênaye melek însanî xiste helhele
sedde hełdestê leber lafawî kurdistan ke bê
dîcleNamed-Entity lêł û wêł eka şeytan exate pêmele
muqtezayî xake her şey’î ke têda hełkewê
hênde berz û dyarîye wek darekanî serkele
kundebûy negbet wehay zanî ke eywanî ceme
em kelawaney ke dî giv bû bû etut hokełe
paşî lafaw her beyek mewdawe fîrqey ’enkebût
bo sera perde le şaran kewtibûne kel kełe
em birînane zemane her debê sařêjî ka
ḧemdîPen name emma bo emeş pêwîste se’î û ḧewsele