bergî taqey şînî emşew kirdewe ber asman

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 2 minutes  1823 views
bergî taqey şînî emşew kirdewe ber asman
naşê bo zînet bika teqlîdî exter asman
meşqî ebro û řûmet û pirşingî çawî ew neka
bem gelawêj û hîlale û bedrî enwer asman
şeq berê şêwawî şêwey ew kiławe lareye
babda sed şîr û xurşîdîş le efser asman
nek bigirmênî û bibarênî leberka bergî şîn
qet be to nabê sikî bidřê be xencer asman
to ke derkewtî wekû řoj win ebin estêrekan
tem deka ewsa deçête şiklî sêber asman
aferim ey erz hełtihêna ḧeqîqet exterê
mîslî dernaxa le dehra ger bixa ber asman
şewqî pişkoy řûmetî te’sîrî kirde ’ûdî zilf
boye kun kun bû mîsalî tasî mecmer asman
neş’eyî camî şerab û lenceyêkî toy nîye
xor bedaym xul bida hełřêjî kewser asman
şewqî exter her wekû řêga be ḧemdîPen name gum deka
cîlweyêkit la deba elbet le mîḧwer asman
min ḧesed be’zen be çawî xom debem seyrî deka
çî biłêm kewtote şewqî ’eşqî diłber asman
ḧeq nîye te’ne le řeftarî bidem bê çareye
gêj eda ’uzrî heye bê pa û bê ser asman
wek futoẍraf xozge ’eksî kirdewey xełqî egirt
ca were derxa sîcîlil û şerḧî defter asman
em kîbarane bibînê çerxî xoy ḧałî debê
ta xecałet bê ke çend bû sifre perwer asman
bo segêkî ger fiřê da luqmeyêkî çewr û nerim
tewqî zeřînî bibê eykate mil ker asman
her liq û popî dirextî mîwedare wişk eka
her xerîke sewz û teř ka darî bê ber asman
min lelam qebrêkî tenge kê dełê erz wasî’e
xo serî wagirtuwe bestûye şeşder asman
qet xełasîman nîye mewcê neda beḧrî wicûd
ẍerqî ka wek keştî xistûye ke lenger asman