ey murselî ḧeq tacî serî cumle peyember

From the Book:
Dîwanî Ḧemdî
By:
Hamdi (1876-1936)
 4 minutes  1624 views
ey murselî ḧeq tacî serî cumle peyember
ey nûrî diłî erz û sema seyîdî serwer
ey gewherî beḧrî kerem û řeḧmetî xalîq
lutif û keremit beḧre eda mewcî minewwer
îsimit ke zubanî qełemî kirdiwe muzeyyen
şêwet be diłî lewḧe eda zînet û zêwer
payey ḧeremit cûte legeł payeyî kursî
her ’erşî berîn layqe bo menzilî diłber
her řojî ezel lem’eyekî dawe cemałit
êsteş edrewşêtewe ew lem’eye wek xor
yek zeřře ẍubarî qedemit kewte hewawe
kirdûye demaẍî melekûtîşî mu’etter
xakî berî pêt ger bidene destî suleyman
eykate dû dîde bemesel surmeyî cewher
wek gerdî buraqit şewî mî’racit becê ma
cibrîlî emîn neybû îtir quwetî şehpeř
sergerdî serî toye heta řojî qyamet
şems û qemer û encum û eflakî mudewwer
deryayekî agir ewe bo munkîrî toye
bo mentebe’et baẍî beheşt çeşmeyî kewser
me’lûme ewa bûn û nebûnî hemû eşya
bo toye leber toye xuda kirdî muqedder
xusrew ke serî dabû le berd berdî leserda
kîsra diłî her zû şeq û peq bûbû be xencer
hengamî ḧeşir muntezîrî merḧemetî ton
cinnîy û perî îns û melek bende û qeyser
fermûte ke ḧamîy û ke sayey serî êwem
ew wexte ke napirsî bira ḧałî birader
ew řojeye baqił be perêşanîy xełqa
muḧtace eka şîn û eka girye twanger
ger ḧeşre eme fermû şefa’et bike boman
ta ecir û ceza û kirdeweman bînête defter
dinyaye eger bo çîye em ḧeşre le ser çî
em ’alemî îslame deken bo çî mukedder
îslam û yehûdîy û nesara û mecûsî
bêzare welê qîsmî musłiman zyatir
çonit ke ekird kafrî mutłeq be musłiman
bew new’e musłimane eken êste be kafir
nedrabî be to xatemî emut ke emane
nêzîke biden xatîme bem dîne seraser
piř şarî silêmanîye her mîslî zebanî
elwat û şeqî cerde û diz qatîl û řehber
lewsawe ḧikûmet nîye berbûnete mîllet
caf û hemewend baneyî û mengûř û pişder
tałan û biřo û kuştin û ḧepse le hemû la
saḧêb ’elem û tepłe ełêy dêwe sitemger
em şekweyî ême ke le barê denkêke
bo toye le lay toye le dest nutfeyî ḧeyder
ew ḧałe ke kurd û ’erebî tyaye deşubhê
bew ḧałe ke xoy kirdî bemeskûneyî xeyber
nejyawetewe her wekû em ta’îfe hergîz
kulle û sin û mûr û meges û ’eqreb û ejder
gahê debne dujminî etrak û geh îngilîz
gahê le ’ereb çaw ebiřn geh le ’ecem ser
namûs û ḧeya çû le seday top û teyare
her ḧamîleye kewtuwete kûçe exa ber
ew tîfle serî fêrî serînî peřî qû bû
bê çare le çolêke eka berdê be buster
ser sewzê le her cêge bibê serkeşe êste
bem řûtîye fikirêkî leserda heye ’er’er
ew şexse ke eykird be du’a men’î musîbet
êstake bełaye ke dega destî be weřweř
ew pîre ke uftadeyî mescîd bû leber feyz
hełsawe wekû fîtne qedî mîslî sinewber
ḧeccamî feqîr nanî biřa xwênî qîfalî
em xełqe be xencer degirin boçîye neşter
subḧane çi derd û çi bełayeke ke xełqî
kêşawete em xaneye wek çerxî le çenber
ehlî şerefî êste le her layê ke mabê
wek ḧemdîPen name hemû derbeder û xwar û muḧeqqer