ziryanî diř

pêşkeşe be minałanî kurdewarî
From the Book:
Wenewşe
By:
Muhammad-Seddiq Mahmudi (1937-1990)
 5 minutes  757 views

polêk darbeřû le dawênî kwêstanêkî kurdewarîda řuwabû. ew darane zor lemêj bû lew mełbendeda dejyan, kwêstanyan be nîştimanî xoyan dezanî û zor diłyan pêy xoş bû.

hemû řojê lew cîge berzewe, be germe çakuxoşîyan legeł hetaw dekird. hetawîş bizey dehate ser lêw û bedemyanewe pêdekenî; be řûxoşîyewe legełyan dedwa.

beřastî ew darane legeł hetaw bibûn be awałî gyanî gyanî û bê ew hełyan nedekird.

lenêw dił û derûnî ew poledareda, kanîyek hełdequłî ke awekey detkut çawî qirjałe.

darekan ew kanîyeşyan be awałî xoyan dezanê. katê tûnîyan baye daway awyan lew dekird. we ewîş bê ewey minetêkyan le ser bika, be řûyekî xoşewe awî dedanê.

tenanet carcar bo diłxoşîy ewan şemałîşî bang dekird û pêkewe milyan le goranî kutin dena. darekanyan diłxoş dekird û deyanxistine sema û hełpeřîn.

le kořî em şayî û hełpeřkêyeda, kanî deykut û şemałîş boy destandewe.

kanî deykut:

#

çen cwane pole darî

kwêstanî kurdewarî

#

řêk û pêk û xoş terzin

kełeget, bałaberzin

 

şemałîş deykut:

#

dił piřhestin, dehestin

hełpeřn, řamewestin

#

katî hełpeřkêtane

em kwêstane cêtane

 

kanî deykut:

#

şemał, be xuřey hełdêrim

gelê siław denêrim

#

bo to û bo dar û kwêstan

bo gişt xakî kurdistan

 

şemał deykut:

#

geřokî kêw û deştim

peykî řêgey beheştim

#

beh beh çende diłşadim

diłşadim û azadim

 

kanî û şemał pêkewe:

#

poledarî şox û şeng

berz û cwan be bała û řeng

#

nexşî siruşt çen cwane

leser em kurdistane

 

êwareyekî payîz, ziryan řêy kewte kwêstan û le daristan layda. çen şew û řoj bû pêławî seferî le pê danemałîbû. be hełatin, be qurte û carî waş bû be zigexşikê řêgay kej û çyay biřîbû. ca leber ewe zor mandû bû, katê le daristanî çiřî kwêstan tîpeřî û geyşte poley darbeřû, wîstî lada û biřêk biḧesêtewe.

bawekû pole darbeřû zor mîwangir bûn û hemîşe baweşyan bo le amêz girtinî mîwan aweła kirdibowe, bełam çunke legeł şemał-dujminî le mêjîney ziryan- nêwanyan xoş bû, řûyekî wayan be ziryan neda û fermûyan nekird bo małî xoyan.

ziryan lewe zor diłgiran û tûře bû, ewende řiqî hestabû ke ẍezebî xuday le nêw çawan debarî.

bełê řiq û qîn ziryanî be carêk şêt û har kird, şaławî birde ser darbeřuwekan û hênanîye ḧewlewela. yexey ewyanî degirt û bewyanî dadeda, be mist û zille hemû ser û gwêlakî têk kirdinewe, cilubergî berî dadřîn û hemû gełakanî lê hełwerandin û řût û qût hemûy xistine seḧra, le paşan lêy da û řoyşit.

kanî, awałî gyanî gyanî darbeřuwekan, ke ewey bîst be pele, pełehewrêkî nard bo lay řoj ke ew hewałey bidatê.

kanî bo xoy hîçî le des nedehat. diłî piř bûbû, le daxan xuřxuř firmêsk be çawîda dehate xwarê.

pełe hewr katê geyşte teşqî asman le dergay řojî da, kes dergay lê nekirdewe. wa dyar bû ewîş le xefetî şêwawîy darbeřuwekan nexoş kewtibû û xizabuwe nêw cêgawe û neydetwanî kes bidwênê.

ziryan be daristan fêr bibû. her carnacarêk hêrşî debirde ser ew darbeřuwane. darekan be carê şiłeja bûn. zoryan şel û kut bibûn. hêndêkyan kewtine ew bîre ke daristan û kwêstan be cê bêłn û biřon berew henderan.

řojêk, ew taqme çûne lay kanî ke xwaḧafîzî lê biken. kanî diłxoşîy danewe. pêy kutin: birale! wiłatî xotan be cê meyełn. tenganan berî kurte. ziryanî zordar, her wa be sertanda zał nabê. min le temenî jînî xomda ewem bo derkewtuwe ke sitemî zor, serî leşîda dehat. le tirsan qisey kanîyan be gwêda neçû, barge û bineyan têkna û berew wiłatanî lawe kewtine řê. ziryan ke ewey bîst, dûr û nizîk kewte şwênyan le dołêkda řêy pê girtin. çun le polî gewrey darbeřû peřewaze bûbûn û tenya kewtibûnewe hezar pend û mesxerey beserhênan. laq û qulî têk kirdinewe û perasûy hemwanî têk şikand û ax û oxî lê biřîn.

emcar çawî hełêna leber qedî kêwî şwanêkî dî ke le ber meřî bû. heray lê kird û kutî:

#

hoy şwane, şwane, şwane

gwê bigre lêm! biřwane!

#

natewê bo goçanî

darî sextî kwêstanî?

 

şwane kutî:

#

ziryan, ziryanî bedfeř

şiř û diřî małan geř

#

ew daraney kuştûtin

ew xwênaney řiştûtin

#

debne webałî estot

řojê debînî ke xot

#

wek wan yexsîr û dîl bî

çareřeş û zelîl bî

#

bełam goçan lewane?

kwa ewe karî şwane?!

#

darêkî wa ke gyanî

neda be nîştimanî

#

tirsenok bê wekû mişk

be wişûyek bibê wişk

#

her be guře û hawarê

le nîştiman bitarê

#

nabê bo destî şwanî

şwan naykate goçanî

#

bo çî çake? dezanî?

tenya her bo sûtanî

#

her debê awir xoş ka

gořî bê awir noş ka