xewêkî heta ser

From the Book:
Wenewşe
By:
Muhammad-Seddiq Mahmudi (1937-1990)
 4 minutes  953 views

termî bê gyan û leşî bê tewujmî şew kifnî sipî mangeşewî tê hałabû, we xirabuwe nêw tabûtî besamî bê dengî û xamoşêwe, tenanet sirte û sirîweyekîş perdey gwêçkey nedelerandewe detkut herçî denge lałe û twanay dwanî nye. çawî xeyał jyanî wek melêk dehate ber çaw, ke serî kesasî nabête bin bałîyewe û byewê şeketîy helsuřan û fiřînî řojaney le leşî xoy derka. tirîfey sîḧrawîy mangeşew, tapoy qijnî sêberî çen sipîdarî be ser diłî kwêrerêyekda dakutabû. kwêreřêyek ke wek tûlemarêk exza naw diłî awayîyewe. heykelî samnakî tirs xoy xistibuwe nêw baweşî ḧûcî çetewłî dołî tarîk û tinûkî lay jurûy dêwe. kanîyek le dawênî ew dołewe, wek çawî dêwezmeyek ke le tarîkayîda xoy ḧeşardabê etruskawe. min bûm û şew, minêk ke le diłî tengimda deryayek bîrewerî pengî xwardibuwe, şaławî şepolî em deryaye carî wa bû wek texteyekî ser aw, peykerey hîwa û şadîmî berew herêmî neman detarand û tenanet xeyałî bûnî le xoşma exsite peleqajey gumanewe û carî waş bû, le asmanî gumana ke şewezengî xefetî girtibuwe baweş, cirîwey estêreyek ehat û be tiruskayîy bizey ser lêwî telî humêdmî elerandewe.

be tewawî twabûme nêw derûnî xomewe katê nîgay çawim le ser nuxteyekî nadyarî řadema û katêkîş tenya û bê hawałî hest û şu’ur, geřek û kołanî awayî exsite jêr pê û be nermîy xeyał exşa beser dêda. zimanî delaqeyek ke le małêkî çikoley hejaranewe eyřiwanîye geřekî jûr awayî, řaypeřandim. wirdewrde le xom ya baştirbiłêm le bê xoyî hatme der. dîsan serincî çawim wek melêkî tîjbał beser awayîda xiste fiřîn. bełam emcarlegeł hest û şu’ur, melî xew xizabuwe hêlaney çawî xełkî dêwe, xełkêkî çewsawe û hejar, xełkêk ke le bûmelêłî beyanîyewe ta katê ke zerdey kel exza naw gořî şewewe, peyta peyta areqî manduyîyan deřişte ser gonay gincawî û deshat wiberhemî şeketîy leşyan be řêz û îḧtîřamewe pêşkeş be xawen dêy zordar ekird. lew naweda tenya sakar û wirya bûn ke ew şewe qumî şeřabî xew le pyałey çawyanda xoşey nehatbû.

bełê sakar û wirya, dû lawî piř le ewîn, ewînêkî xawên, ewînêk ke le tirsî kuřî aẍay zordar tenya le diłî şewda eytiwanî gułî lêwî be bize pişkutwî sakar be dyarî bida be wirya. le nekaw serincî çawî be hełpem le ser katjimêrekey destim nîşt. dîm ciringe ciringî katjimêr beşî zorî gułołey şewî hełwêznîwe, le piř şewba kewte şine, şineyekî gyan perwer, şinebayek ke kîjołey nazdarî sûregułî baẍî, be gwarey şewnimewe xiste sema. estêrey gelawêj ke leşî řûtî le deryay tirîfey mangida mele eda, piřşingî çawî piř le pêkenînî, xistibuwe nêw kasey piř le tasey bezmî gułanewe. dinya gořa!

tîşkî bizey ser lêwî siruşt, şepolî be tewjimî şadîy hajande nêw demarî jyanewe. lem kateda, wirya û sakar motey xew beseryana zał bû. wirya serî kasî leber bê xewî naye ser řanî sakar û be layî layî çawî kałî sakarewe xewî lêkewt. bełam pêş ewey dengî peryaney sakar wek hemû řojêkî dî le wêjnigî xewa řay peřênê û biłê wirya gyan heste řoje, qaqay şêtaney demançey kuřî aẍa pêy kut: «wirya bixewe û îdî qet hełmeste.»