mam řêwî

From the Book:
Wenewşe
By:
Muhammad-Seddiq Mahmudi (1937-1990)
 2 minutes  1120 views
řojê mam řêwî xudawendî fêł
degeřa kone hewar wicê xêł
bo letê sîrme û çermî kałe
berz ebû lêyewe gałe û nałe
le nekaw çawî temadarî xoy
hełbiřî wihat le derûnî bo soy
dî qelê, kone dizî dinya dîw
řê biřî jînî be hewraz û nişîw
wa le ser pop û çiłokî ser dar
nîştuwe çende be fîz wibe demar!!
hełîgirtiwe be dinûk selkê penîr
çawî ço tepłî serî řêwî feqîr
xoy be xoy kut erê çibkem leqelê?
çon wedes xem le qel êstake helê?
çon bigeyênme penîrê lewsim?
pêy bikûjênmewe awrî newsim?
řûy le qel kird û kutî ey şaqel
gurc û çalakî be bał û şaqel
ey melî şoxî byaban û herd
řeng û řû cwan wekû mînay bê gerd
babî mirdiwî to xuda bîbexşê
êstekeş dengî le bin gwêm dexşê
deyçirîkand weku bazî kwêstan
le hemû şayerê bacî destan
xozge toş her weku ew deng xoş bay
jîr wipsipoř û bemêşk û hoş bay!!
qel ke wey bîst le demî mam řêwî
kutî: şa řêwî!! be kilkî xêwî
pêm dełê min weku babim nabim
kwanê deng xoş bû wekû min babim?
lêwî lêk kirdewe bo goranî
be firîw daxî giran dořanî
kewte xwar selke penîr her ew kat
řêwî girtî be demî û řoy û hełat