nek be tenha tîrî ẍemzet cergimî kun kun kirduwe
From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
1 minutes
551 views
nek be tenha tîrî ẍemzet cergimî kun kun kirduwe
tîẍî ebrot cerg û diłmî encin encin kirduwe
ba serîşim dabnêm mumkîn nîye dest hełgirim
xwa minî bo maçî ew lêwane newsin kirduwe
hîç eser naka le to feryad û hawarim yeqîn
xwa diłî toy ya le poła ya le asin kirduwe
derd û cewr û xem hemûy bo pyawe, ustadî ezel
da’îme her xêr û xoşî û şadî bo jin kirduwe
zeḧmete nakirêtewe hergîz girêy bextim bekes
destî ḧeq em řişteyey yekser girêçin kirduwe
kes le cem’î zîw û zêř xêrî nedîwe çawekem
zor desî pak û benwêjî pîs û çiłkin kirduwe
yarî bê řeḧmim kemalîPen name derdî dûrî û cewrî xoy
yek keřet weqfî diłî sewdazedey min kirduwe