dinya hemû xem û xefet û derd û meynete

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  394 views
dinya hemû xem û xefet û derd û meynete
ya xewne ya xeyałe we ya xo ḧîkayete
řabûrdû řoyî têpeřî dahatû çawekem
tenha xemî nexoşî û merg û řezalete
ta mawî têrî lê bixo le řêy xuda
naybeyte gořî tengewe em mał û serwete
bo zêř mebe be nokerî bêgane ey bira
herkes wehabê řûřeşî řojî qyamete