yare tu xwa pêm biłê to çît ke mayey jînmî
From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
1 minutes
1147 views
yare tu xwa pêm biłê to çît ke mayey jînmî
ba’îsî hêzî henaw û laşekey bê tînmî
to nebî hîç kes minî nawê çi bêgane çi xwêş
ca ke wa bê to kesukar û biray şîrînmî
sed hezar ’eybim hebê to day epoşît yek keřet
ba’îsî serberzî û sermayeyî temkînmî
tom bibê eçme ḧec û hênd xêr ekem biçme beheşt
řaberî diłsozî řêgey řastî dinya û dînmî
ger nexoş bim embeye lenden tedawîm zû ekey
mełḧem û dermanî zamî cergekey xemgînmî
tom nebê çon yar le mał bom dête der bê tirs û xof
toy ke meḧbûbey ’ezîz û yarekey dêrînmî