legełma yar eger em çeşne bê řeḧim û sitemger bê

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  436 views
legełma yar eger em çeşne bê řeḧim û sitemger bê
muḧeqeqme le daxa min ebê dwayî diłim derbê
le diłma derbiçê ger satê yadî taqî ebroket
dił û cerg û henawim pare parey şîr û xencer bê
witim xo - tîle - çawit pêkenî fermûy biřo şête
terazûy nazî meḧbûban ebê her emser’ewser bê
meḧałe bête dawî ’aşiq ew weḧşî ẍezaley min
perî zeḧmet be efsûn û du’a û ḧîle musexxer bê
ẍułamî pîrî xotim bes diłim bişkênî natirsît
henasey sardî min karê bika zû mû le řût derbê
le keç bazî felek ’aciz nebî ger aqłît hergîz
le dest pîre jinêk ḧeyfe diłî dana mukedder bê
witim axo ’ezîzim min ebînim řût? be naz fermûy
kemalîPen name mumkîne bimbînî wextê řojî meḧşer bê