ke min saqî û mey û şem’ û şerabî nab û camim bê

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 2 minutes  391 views
ke min saqî û mey û şem’ û şerabî nab û camim bê
nîgarî ba wefa hawsuḧbetî şurbî mudamim bê
be zułf û řûy sefabexşayî matî subiḧ û şamim bê
be maçê xo şîfa bexşîbrînî qelb û zamim bê
ebê îtir çi perway ’eyb û ’arî xas û ’amim bê!
#
mubarek bê le to baxî beheşt û ḧorî û ẍîlman be tapo mułkî toye selsebîl û řewzeyî řîzwan
le bîr naçînewe êmeş eçîne dozexî yezdan
---Missing
ewîş mułkî xudaye îke bo tezwîr û damim bê
#
’îbadet bo řya lay zatî heq xo pareyê naka fiřufêł û diro cezbî diłî awareyê naka
hezar ta’et henasey bê diroy meyxiwareyê naka
bełê cezbey řyayî ne’reyî mey xwareye naka
îtir min bo řewałetbo řukû’ û bo qyamim bê!
#
şukur zor musterîḧim ne şehenşahim ne xunkarim ne şêx o zahîdim ne wa’îzî wişkî řyakarim
newek be’zê xerîkî ẍaretî emwałî tuccarim
newek be’zê be da’îm ma’îlî nehbî ker û barim
bese ger saqîye sade û şerabî le’il famim bê
#
ełên pêm bo çî her basî řuxî xûbane guftarit serapa piř le basî dilbere dîwanî eş’arit
le mîllîyet bidwê çake bike tebdîlî etwarit
kemalîPen name megre gwê em qewle herto çake řeftarit
# le mîllîyet ebê katê bidwêm heqqî kelamim bê