diłim derdit be derman ger nezanê ba letupet bê
From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
1 minutes
417 views
diłim derdit be derman ger nezanê ba letupet bê
serim ger berdebazî řêt nebê dûçawî meynet bê
wekû lutifit eger cewr û cefay pê xoş nebê ’aşiq
xwaye şermezar û řûřeşî řojî qyamet bê
ewey řoyşit xeyałî hatnewe carêkî tir naka
le lam waye qyamet bê ẍem û derd û musîbet bê
pyade bû be ferzîn kiş eka axir le şah ya řeb
nekey însanî nakes na’îlî xoşî û se’adet bê