binaẍey dehrî dûn řûxawe yekser têk çuwe aşî

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  1160 views
binaẍey dehrî dûn řûxawe yekser têk çuwe aşî
be carê têk şikawe û wird û xaşe berd û berdaşî
felek nada heta řojî qyamet meqsedî dana
xerîke her eda ’îzzet be pyawî serserî û naşî
le mektebxaneyî ’eşqa şukur yarim yekem derçû
xudaye zûbbête ḧakim û min bibme feřřaşî
egerçî emkujê çawî bełam îḧyam eka derḧał
be xendey lêwî le’lî şekker efşanî nimek paşî
be carê sebir û aram û diłî birdûm û xuşḧałim
nemawe ẍeyrî řoḧim wa ewîşim kird be padaşî
xetî da řûy dilaramim le mewla min nîye çarem
kemalîPen name mesłeḧet waye biřom zû bibme sertaşî