nîgarim bê wefa û bê mezheb û ayîne eyzanim
From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
1 minutes
642 views
nîgarim bê wefa û bê mezheb û ayîne eyzanim
legełma da’îma meylî be qar û qîne eyzanim
ke dił wa ḧepis û gîrawe le dawî yarî bê řeḧma
hemû sûç û gunahî perçemî çîn çîne eyzanim
le sayey maçî ew lêwanewe bê îḧtyacim min
ke hengiwîn û nebat û şekkerim te’mîne eyzanim
witî şew kes le taw hawarî to nanwê witim gyane
çi fayde nabîyey gwêy lay minit sengîne eyzanim
le ’eşqî xałî şînî toye! qurban asmanî pîr
lîbasî matemî poşîwe řengî şîne eyzanim
meke ḧaşa le xwênim řojî meḧşer qatiłim her toyt
be xwênî cergî min ser penceket řengîne eyzanim