leser řojî cebînit lade sa tu bî xwa perçem

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  396 views
leser řojî cebînit lade sa tu bî xwa perçem
mehêłe her wekû şew řojî ’aşiq řeş bika perçem
egerçî layeqî ew řûtbeye nîm gyanî şîrînim
kerem ke, ba şewêk tewqî milî min bê deba perçem
be carê řojî îmanim be jengî kufir ebê tebdîl
eger ew yarî dił azare bêtu derbixa perçem
şikenc û pêç û tabî meskenî diłme dexîlit bim
epçiřê bendî cergim pêy biłê ba baneda perçem
ekem texsîrî mułkî hîndNamed-Entity eger ew dilbere řojê
bixate ser serim wek sêberî bałî huma perçem