şukur însanim esła ḧez be azarî beşer nakem

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  337 views
şukur însanim esła ḧez be azarî beşer nakem
zerer nadem le kes xom tûşî fîtne û derdîser nakem
le twanamaye da’îm hawdemî dêw û şeyatîn bim
bełam mumkîn nîye satê řifêqî pyawî ker nakem
gelê dûrin biłindîy hîmmet û kokirdinewey pare
qelender meşrebim min cem’î xaşak û şerer nakem
felek ger bê û bika şabaşî min estêrekanî xoy
tenezûl bo temaşay şewqî xurşîd û qemer nakem
qena’et perwerim be xwa teme’karîm le la kufre
denî nîm medḧî xełkî bo desnide û zîw û zeř nakem
mutewwel bû kemalîPen name basî zułf û perçemî dilber
le pêç û tabî perçemya ḧîkayet muxteser nakem