beramber taqî ebrot řû le mîḧrabî dû’a nakem
From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
1 minutes
486 views
beramber taqî ebrot řû le mîḧrabî dû’a nakem
dû çawî mestî nazit şahîdin min karî wa nakem
tema’karî û řyayî ’eyb û bê namûsye bo pyaw
eger tacim leserka, qet řya bo padşa nakem
wefadarî le lay min feřze ta mawim le dinyada
le paş mergîş le řojê meḧşera terkî wefa nakem
seba nextê le tozî xakî řêy bo min eger bênît
îtir bo çarî êşî çawekem daway dewa nakem
legeł gelma kemalîPen name ger xyanet kem quřimsaẍim
le dunya û qyamet řûřeşî qapî xuda nakem