be tatay perçemî şoxêkî bê perwa giriftarim
From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
1 minutes
1276 views
be tatay perçemî şoxêkî bê perwa giriftarim
’îlacim nakirê nabîstê kes feryad û hawarim
beneş’ey nêrgisî mexmûrî çawî diłberê mestim
hemîşe boye medḧî nêrgisî şehlaye guftarim
beyadî teb’î şekker barî yarim tûtîyî teb’im
ẍezel xwane kemalîPen name boye wa şîrîne eş’arim
le goşey tekyeda gahê ekem tesbîḧ û tehlîle
kinêse cêgeme gahê xerîkî bendî zunnarim
le dîwanî edebda ta emênim da’eřêjim min
binaẍey şî’rî řengîn çunke ustadêkî huşyarim
cîhan hîçe beqa hîçe jyan hîçe fena hîçe
îtir bo xem bixom bo dewrî pêşûy par û pêrarim