ke zułifit şane kird boy mîskî çîn řûy asmanî girt

From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
 1 minutes  666 views
ke zułifit şane kird boy mîskî çîn řûy asmanî girt
demî xende le lêwit qend û şekker řûy cîhanî girt
be ẍemze çaweket pêkay diłî ’uşşaqî bêçare
’eceb ka askêke sed hezar şêrî jyanî girt
nema şewqî becarê mangî çwardet destibecê gîra
ke ew şoxe bederkewt herwekû xor lêwî banî girt
newek însan firîşte û cin be carê pêkya diłyan
le mujgan û biroy ta dilberim tîr û kewanî girt
be anê mułkî sebir û diłmî kird ew yare îstîla
wekû hîtler ke îqlîmî hemû yonanyanî girt
xetî da řûmetî ew şoxe fermûy: ey kemalîPen name boç
meger ḧeşre ke kafir ke’beyî îslamyanî girt