wekû zułfî bitan şêwawe ḧałî derhemî dinya
dinya
From the Book:
Dîwanî Kemalî
By:
Kamali (1886-1974)
1 minutes
497 views
wekû zułfî bitan şêwawe ḧałî derhemî dinya
hemû katêkî meḧkûmî nemane ’alemî dinya
dewamî hîç nîye her řoje corêke egořê zû
le lay zana wekû yek waye şadî û matemî dinya
ewey danaye wek yek waye lay îqbał û îdbarî
qerarî hîç le ser barê nîye zor û kemî dinya
eger şekirit bidatê jehrî têdaye nekey bîxoy!
dexîlim xot biparêze le şehdî piř semî dinya
kemin řend û qelendermeşrebim ferqî nîye hergîz
le lam her wek yeke kasey kel û camî cemî dinya
eger ehlî diłî to gwê le nałey sazî dił bigre
kemalîPen name gwê mede awazeyî zîl û bemî dinya