bûkêkî nakaw

From the Book:
Beheşt û Yadgar
By:
Goran (1904-1962)
 3 minutes  1663 views
hey swar swar bê! hey tifengiçî dest bate tifeng!
hey jinî cwan arayşî xoy ka bo aheng!
le jêr taray surmeçna here cwanî dê
«kiçî cûtyar» berew koşkî aẍa kewte řê
koşkî aẍa geçkarîye, awênebende
kes nazanê be jimare, pencerey çende!
ḧewz û fwarey ḧewşî meřmeř, baẍçe û çîmenî
besernaçê hergîz sewzî û gułî degmenî!
cwanî ladêy řûtî wekû tiłî wenewşe
be awrîşim û be ałtûnî em koşk û ḧewşe
le tewqî ser ta berî pê perdaxt û poşte
swar kirawe, şox û nazdar wekû firîşte
xirawete řê bo perdey etłes û gurûn
bo baxełî aẍay pêş çaw be çilçira řûn!
aẍay xawen hêz û şiko, xawen samdarîy
lekatêka dirêj eka destî diłdarîy
bo gerdinî gułî kêwîy lecê hełkenraw
nimî firmêsk be dî eka leser kilî çaw!
mûçřikeyek be sertapay leşya egeřê
agadare firmêskî soz, dête xwar bo kê?
kiçî cûtyar bo beheştî jîn û diłdarî
legeł kuřî şwan bestibûy peymanî yarî!
kuřî şwanî birjawî îş, leber hetaw qał
meçek estûr, leş kełeget, defey nawşan çał
tîrî xway ’eşq heta şapeř diłî simîbû
kiçî cûtyar leber çawî bit bû, perî bû!
em nazdareş be şew û řoj nexşî xeyałî
kuřî şwan bû: bałay berzî, nawşanî çałî!
îtir řêgay daristan û naw řan û dêber
bû be şanoy sergiruştey diłdar û diłber:
her bin dare, bin dewene, her biste xake
agadarî çen bendêk bû lem ’eşqe pake!
heta řojê bo kiłołî, aẍay şikodar
leser řêy řaw, kaseyek doy wergirt le nazdar
giřî leşî damirdewe be doy sertezên
bełam kûrey diłî kewte ber bay baweşên!
dest û kase û pencey dogîr, nîgay çawî řeş
hestîy aẍay fiřêdaye naw agirî geş!
pyawmaqûłî řaspêrî kird tarek sazbikirê
zû em şoxe nerim û nołey be bûk bo bibrê
kuřî şwane ke emey bîst şêt bû, daye kêw
zewîy dagirt be tif kirdin, asman be cinêw!
çen carê şew małî aẍay daye ber tifeng
deẍłî sûtan, baẍî biřî, bo etik û bo peng
kilk û yałî çen çarewêy qel kird be xencer
beser řanî aẍaya da û meřî daye ber
takû dwayî řojê bextî nokerî aẍa
xewî lê xist le sêberî dirextî baẍa
pencey kîne leser pîlkey tifeng kewte kar
kostî diłî bo îcgarî kewt kiçî cûtyar!
êsta ewa herçî biłêy nî’met û naze
hemûy eda be yek diłop firmêskî taze
leber dergay çawî řeşa bilerzê û biłê:
destî zordar sed ser eka, nagate diłê!