şewêk le ’ebdułła

From the Book:
Beheşt û Yadgar
By:
Goran (1904-1962)
 2 minutes  1767 views
hoł zor gewre êcgar řûnak
hemû şit cwan, hemû şit pak
«cew» lêy etkê şadmanî
bon xoşî, mosîqa, cwanî
her mêze û kursî dewrey daw
têkřijawin afret û pyaw
afret: çiray kořî aheng
lencey cûłan, mosîqay deng!
leser her mêze, yek dwanê
bo çeşnî cwanî nîşanê!
yekê qijzerd, yekê çawřeş
yekêk lêw wek guł ẍunçey geş
yekêk mangî şox û şenge
sîḧrî cwanîyekey bêdenge
yekêk şêwey dwan xoşe
cwan nîye bełam cwan poşe!...
her afrete hênde jîre
perdaxtir kat kwêy diłgîre:
pêst pemeyî leş nerim û şil:
nîweřûtîy, tenkîy cil
kem goştî nextêk kełeget:
nexşêke boy şan û çaket
qij awrîşmin be twalêt
’etir û sîḧrî lê etkêt
çawřeş be kil ewendey tir
bo temaşaker guriçk biř
şoxî meřmeřgerdin û sing
leser singî řût bo pirşing
řistêk mirwarîy danawe
mayey řêşke û pêşkey çawe!
***
tak tak mêzî wekû hîy min
dewrî dawe kořî bê jin
emaneş ya badenoşin
yan be temaşa serxoşin!
tawêk çaw ebřine cwanê
dansêkî nayab ezanê
pê û pil û çerxey hatuço
cwan cût eka legeł tango
tawêk neẍmey «vałs» û xeyał
legeł neş’ey sitawtî tał
destyan pê edate ber ser
bîryan eřwa bo dinyay der!
ta key? bełkû ta dway dans
«çep... çep...» çepłey paş neẍmey vałs!
se’at fiřî, şew direng bû
hêşta nîweřoy aheng bû!
taze bandî pişt sê pay not:
germî heway foksitirot!
taze şoxî hełbijardem
kewtote serincî dem dem
be dû çawî wek deryay şîn
piř le zerdexeney şîrîn
bełam minî bêganey koř
şewnşînîm lê naye zor
naçar legeł hawřêm hełsayn
xew em beheştey lekîs dayn!